Macron xwest ku Lubnanê jî bikeve ber agirbestê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron agirbesta ku li Îranê hate îlankirin weke ‘’geşedaneke pir erênî’’ pênase kir û diyar kir ku divê ji bo Lubnanê jî derbasdar be.

Macron di civîna Konseya Parastinê de daxuyaniyek da û derbarê hemû meseleyên ewlehiyê yên li gel Tehranê hatine betalkirin de bi armanca destpêkirina muzakereyan daxwaz kir ku ‘’di roj û hefteyên li pêşiya me de’’ agirbest bi awayekî tam were bicihanîn.

Mocron ev yek anîn ziman: ‘’Em li bendê ne ku di roj û hefteyên li pêşiya me de derfetên muzakereyên têkildarî bicihanîna agirbestê û çareserkirina meseleyên têkildarî Îranê yên balîstîka nukleerî û herêmî ya bi awayekî mayîn de ku Fransa ji sala 2018’an ve ye vê yekê dibêje, çêbibin.’’

Serokkomarê Fransayê piştre got: ‘’Hêviya me ew e ku agirbest ji bo Lubnanê jî derbasdar be.’’

SPANYA: DEWAMKIRINA DAGIRKERIYA LI LUBNANÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares piştî agirbesta di navbera DYE û Îranê de diyar kir ku dagirkeriya Îsraîlê ya li Lubnanê nayê qebûlkirin.

Albares daxuyaniyek da radyoya RNE’yê û got: ‘’Şerê Îsraîlê, berdewamkirina dagirkeriya Îsraîlê ya li welatekî serwer ê weke Lubnanê nayê qebûlkirin.’’

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez jî li ser medyaya dijîtal X’ê agirbesta li Îranê weke ‘’nûçeyeke baş’’ pênase kir.